NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ DESOBÊ: LI AMEDÊ DI 3 MEHAN DE 323 CÎHÊN KARGEHAN HATIN GIRTIN

Li gor daneyên Odeya Esnaf û Zanaatkaran ya Amedê (DESOB), di 3 mehên dawî de, hezar û 120 kargeh hatin vekirin û 323 kargeh hatin girtin.

SEROKÊ DESOBÊ: LI AMEDÊ DI 3 MEHAN DE 323 CÎHÊN KARGEHAN HATIN GIRTIN

Li gor daneyên Odeya Esnaf û Zanaatkaran ya Amedê (DESOB), di 3 mehên dawî de, hezar û 120 kargeh hatin vekirin û 323 kargeh hatin girtin. Serokê DESOB'ê Alîcan Ebedînoglû, dîyarkir ku, ji sedî 30 ê cihên ku girtî ne, karsaziyên ku di sektora karûbar de dixebitin wekî kafe, qehwexane û xwaringeh in. Alîcan Ebedînoglû dîyarkir ku, li Amedê bazarên zincîrî bandorê li 63 sektoran dike û wiha got; “Bazarên zincîrê di gelek waran de em gihîştine xeta qedandinê. Ji bo ku ev yek nemîne divê xebat bên kirin. Em naxwazin tene qala bobelatê bikin, lê qeyranên wiha tengasîya civakî bi xwe re tîne.” Ebedînoglû, anî ziman ku ji ber lîsteya reş a bankayan krediyên bi erzan an jî bi faîza sifir ji bo esnafan kar nakin. Ebedînoglu dîyarkir ku, ji sedî 50ê esnafê Amedê li ber bankayan bûne "sûcdar" û divê li ser bankayan mueyîdeyên sûc bên bikaranîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.