NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇÊRMÛGÊ ŞERÊ ‘KEÇ REVANDIN’: 2 JÊ GIRAN, 5 BIRÎNDAR

Li navçeya Çermûgê di encama şerê çekdarî yê di navbera du malbatan de bi îdîaya "revandina keçikê" 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.

LI ÇÊRMÛGÊ ŞERÊ ‘KEÇ REVANDIN’: 2 JÊ GIRAN, 5 BIRÎNDAR

Li navçeya Çermûg a Amedê piştê fitarê di navbera du malbatan de bi îdîaya “keç revandine” bi kêr û çekê şer derket.

 

Bûyer duh êvarê li Taxa Kale ya navenda navçeya Çermugê pêk hat. Hat îdîakirin ku nîqaşa ku di navbera her du malbatan de ji ber "revandina keçikê" dest pê kir, di demek herî kin de veguherî şerê bi kêr û çekan.

 

Di şer de 3 kes bi çekê û 2 kes jî di encama êrîş û kêrê de birîndar bûn. Piştê midaxaleya ewil a ekîbên tenduristîyê yên ku hatin cîhê bûyerê, birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çermûgê.

 

Hat dîyarkirin ku ji birîndaran 2 kes ku rewşa wan giran e, sewqê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê kirin. Polêsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.