NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊN YEKÎTÎYA EWROPAYÊ WÊ ÎRO BICIVIN

Serokên Yekîtîya Ewropayê wê îro civîneke awarte li dar bixin.

SEROKÊN YEKÎTÎYA EWROPAYÊ WÊ ÎRO BICIVIN

Serokên Yekîtîya Ewropayê wê îro civîneke awarte li dar bixin.

 

Serokê Konseya Yekîtîya Ewropayê Charles Michel, ji bo geşedanên li Filistînê banga civîneke online ya lîderan kir. Di bangewazîyê de bal hate kişandin ser girîngîya parastina sivîlan di çarçoveya Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî de û pêşnîyara çareserîya du dewletî hate dubarekirin.

Her wiha hat dîyarkirin ku ew amade ne ku li Gazeyê piştgirîyê bidin sivîlên ku hewcedarê alîkarîyê ne.

Lîderên dewletan wê îro li gor demjimêra Tirkîyeyê saet di 18:00 de bi rêya vîdeo konferansê bicivin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.