NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ OBPA’YÊ MEHMET KAYA: KRÎZ DI 2023’AN DE BEHTIR BÊ FERQKIRIN

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê (OBPA) Mehmet Kaya dîyarkir ku, ev krîza ku em niha dijîn di sala 2023’an de wê behtir bê ferqkirin.

Kaya ji Rojnameya Diwarê bi Vecdî Erbayê re peyivî û wiha axivî; “Divê em fêm bikin ku krîz wisa hêsan xelas nabe. Sebeba herî girîng ya vê krîzê zêdebûna faîzê ya rastî ye. Metoda hikûmetê ya bi faîza daketî heye lê sermayedarên ku sûdê vê faîzê werbigirin tune ne. Ya duyem kêmbûna qîmeta pereya Tirkîyê ye û ya sêyem jî bilindbûna bihayê enerjîyê ye.” Kaya dîyarkir ku hikûmet, bihayê enerjîyê ne bi rastî fature dike û wiha got; “Tiştê ku em herî zêde ditirsin jî ev e. Hikûmet enerjiye ji sedî 90 sûbvanse dike lê diyar dike ku vê sûbvasyonê di demê pêşte rake an jî kêm bike. Dema ev pêvajo bê destpêkirin, em ji van rojan xerabtir bibin. Ditirsim em di sala 2023’an de em vê krîzê behtir bijîn.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.