NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ YEŞÎLAY AHMET ZORLU JI BER TIRYAKÊ HAT GIRTIN

Serokê Yeşîlay Ahmet Zorlu ji ber ku di siwareya wî de tiryak û pîvana hesas hat dîtin, hate girtin.

SEROKÊ YEŞÎLAY AHMET ZORLU JI BER TIRYAKÊ HAT GIRTIN

 

Hefteya borî siwareya ku Serokê Yeşîlay Ahmet Zorlu diajot dema ji Rihayê vedigerîya qezaya trafîkê kiribû.

Piştê ku li Dîlokê siwareyê li temîrxaneyê hêştin, gilîyê tiryakê hat kirin.

Cendirmeyan di siwareyê de 800 gram tiryak, pîvana hesas û telefona bi tuş bidestxistin.

Zorlu ê ku îfadeya wî ji alîyê dozgerîya Dîlokê ve hatibû girtin ji alîyê dadgehê ve hat girtin.

Zorlu sûcdarkirinê red kir û wiha got: "Tu agahîya min tune, siware yên bi kirê ye." Cendirmeyan li ser telefona ku gilî lê hat kirin lêkolîn dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.