NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ YSK: DERBARÊ NAMZEDÎYA ERDOGAN DE MIN XEBAT DAN KIRIN

Derbarê niqaşên ku divê gelo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartina pêşwext de wê cara sêyemîn bibe namzet yan na, Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Muharrem Akkaya daxuyanî da.

Akkaya ji Deutsche Welle (DW) Tirkî Alîcan Uludağ re axivî û got, "Niha birêz Serokomar dibêje ez namzet im. Lê îhtîmal heye ku mijara namzedîyê derkeve pêşberî me. Di 24'ê Çile de erka min bi dawî dibe lê ger namzetên şûna me neyên hilbijartin, ev erka me ye. Ji ber vê yekê ez nikarim li ser mijareke ku dikeve pêşîya me nirxandineke hiqûqî bikim. Ne pêkan e ku ez tiştekî bêjim. Wê bibe Îhsas-î rey." Akkaya, dîyar kir ku ji bo Serokomar Erdogan dîsa bibe namzetê Serokomarîyê lêkolînek hatîye kirin û wiha got; "Ez bi hevalekî xwe yê ku parêzerê destûra bingehîn e û bawerîya min pê heye re şêwirîm. Me lêkolîn kir. Qenetek min heye. Nêrîna min çêbû." Lê belê Serokê YSK'ê Akkaya der barê nêrîna xwe de daxuyanî neda.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.