NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKA TTB'Ê FÎNCANCÎ SEWQÎ EDLIYEYÊ HAT KIRIN

Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncancî piştî li emniyetê îfadeya xwe da sewqî edliyeyê hat kirin.

SEROKA TTB'Ê FÎNCANCÎ SEWQÎ EDLIYEYÊ HAT KIRIN

Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncancî piştî li emniyetê îfadeya xwe da sewqî edliyeyê hat kirin.

Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncancî ya ku ji ber daxuyaniyên xwe yên der barê êrîşên çekên kîmyewî de bûbû hedef, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 26'ê Cotmehê de li Stenbolê hatibû binçavkirin.

îfadeya Fîncancî li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê di nîvê şevê de qediya. Fîncancî da zanîn ku wê wek pisporê tiba edlî der barê bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî daye. Lê daxuyanîya wê weke sûcê "propagandaya rêxistina terorê" hatiye nirxandin.

Fîncancî piştî îfadeya xwe da, îro danê sibê sewqî Edliyeya Enqereyê hat kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.