NÛÇEYÊN KURDÎ

SÎNORÊ WERGIRTINA SÎNYALÊ KU HÎN 7 SAL E, DADIKEVE SALEKÊ

Hejmara IMEI ya têlefonên desta yên ku di nav 1 salekê de sînyala wan tune be, wê were betal kirin û neyê bikar anîn.

SÎNORÊ WERGIRTINA SÎNYALÊ KU HÎN 7 SAL E, DADIKEVE SALEKÊ

Hejmara IMEI ya têlefonên desta yên ku di nav 1 salekê de sînyala wan tune be, wê were betal kirin û neyê bikar anîn. Pêşnûmeya ku ji alîyê wekîlên AKP'ê ve hatîye amadekirin û tê de têlefonên destan ên herî kêm salekê nehatine bikaranîn wê pasîf bibin pêşkêşê meclîsê hat kirin. Di pêşnûmeyê de ku qaîdeyên nû bi piranî bi hilberîn û qaçaxçîtiya titûnê ve girêdayî ne, di heman demê de xalek girîng a derbarê têlefonên desta yên neyên bikar anîn jî heye ku wê tesîr û bandorê li mîlyonan mirovan bike. Bi gotarê re sînorê wergirtina sînyalê ya li ser têlefonên desta ku hîn 7 sal e, dadixe salekê. Li gorê vê yekê, agahdarîya nasnameya elektronîkî ya cîhazên ku torên ragihandinê yên elektronîkî ji bo heyama salekê bênavber nayên bikar anîn, wê ji tomarê werin derxistin û pasîf bibin. Piştê salekê ger kesê ku herî dawî telefona destan bikar aniye sim-kartekê têxe wê têlefon dîsa aktîf bibe. Lê sim-karta kesekî din wê li ser wê têlefonê nexebite.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.