NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKKOMAR ERDOGAN PIRSÊN ROJNAMEVANAN BERSIVAND

Erdogan piştê serdana xwe ya li Lîtvanyayê ku beşdarê Civîna Serokên Dewletên NATOyê bû, di vegerê de pirsên rojnamevanan bersivand.

SEROKKOMAR ERDOGAN PIRSÊN ROJNAMEVANAN BERSIVAND

Erdogan piştê serdana xwe ya li Lîtvanyayê ku beşdarê Civîna Serokên Dewletên NATOyê bû, di vegerê de pirsên rojnamevanan bersivand.

Erdoganê ku hefteya borî di bangewazîya xwe de gotibû "Derîyê Yekîtîya Ewropayê ji Tirkîyeyê re vekin" derbarê pêvajoyê de agahî da.

Erdogan got, "Di derbarê vejandina pêvajoya endamtîya me ya Yekîtîya Ewropayê de nêrîneke erênî heye. Em ê ji bo nûkirina Yekîtîya Gumrukê ku wê bandoreke berbiçav li ser aborîya Tirkîyeyê bike, lez bidin danûstandinan. Ez bawer dikim ku em ê di serbestkirina vîzeyê de bi pêş bikevin.."

Erdogan bal kişand ser mijara koçberên bêdestûr û wiha got: "Welatîyên me wê di demek kin de guherînên berçav bibînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.