NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKWEZÎRÊ ELMANYAYÊ TIRKIYE REXNE KIR: NAYÊ QEBÛL KIRIN

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz aloziya Tirkiye-Yewnanistanê nirxand.

SEROKWEZÎRÊ ELMANYAYÊ TIRKIYE REXNE KIR: NAYÊ QEBÛL KIRIN

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz aloziya Tirkiye-Yewnanistanê nirxand.

Scholz ji rojnameya Yewnanî Ta Nea re axivî û got, "Nayê qebûlkirin ku welatek ji NATO serweriya endamekî din jêpirsîn bike."

Scholz, daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ên di mehên dawîn da li hemberê Yewnanîstanê wek "gefeke veşartî ya leşkerî" nirxand û diyar kir ku divê herdû welat jî pirsgirêkên navbera xwe bi diyalogê û li ser esasê hiqûqa navneteweyî çareser bikin.

Rojnamevanê Yewnanî ji Erdogan pirsî bû “Ma bi gotina 'Dibe ku em şevekê ji nişka ve werin' hûn dixwazin bêjin 'Em dikarin êrîş bikin' ya, hûn ê bi zelalî bersiv bidin? Erdogan gotibû "Belê te rast fêm kir.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.