NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKWEZÎRÊ ÎSRAÎLÊ BENNET: HEMÛ LEÇÛNÊN XWARINÊN MALBATA MIN JI HESABÊ MIN BÊ DAYÎN

Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett ragihand ku ew ê êdî budçeya giştî ji bo lêçûnên xwarinê yên li mala xwe re bikar neynin.

SEROKWEZÎRÊ ÎSRAÎLÊ BENNET: HEMÛ LEÇÛNÊN XWARINÊN MALBATA MIN JI HESABÊ MIN BÊ DAYÎN

Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett ragihand ku ew ê êdî budçeya giştî ji bo lêçûnên xwarinê yên li mala xwe re bikar neynin. Piştê ku kanaleke televîzyonê li ser lêçûnên zêde yên mala Bennett ku wî jî wek ofîsa xwe bi kar anîye, bi awayekî nefermî ragihand, ev mijar ketîbû rojeva neteweyî. Piştê vê yekê Bennett dîyarkir ku her meh teqrîben 26 hezar û 400 dolar (nêzîkî 390 hezar TL) ku ji bacê tê berhevkirin, ji bo lêçûnên li mala wî tê bikaranîn û ji vê jî 7 hezar û 400 dolar ji bo xwarinê tê xerckirin. Bennet di derbarê mijarê de wiha got: "Tevî ku xerckirina min qanûnî be jî, ev bandoreke çawa li gel dike dizanim. Ji ber vê yekê min ji xebatkarên xwe re ji niha û pê ve got ku bila hemî lêçûnên xwarinê yên malbata min ji hesabê min ên kesane be. Ez vê yekê ji bo xizmetkirina welatîyên Îsraîlê dikim, ne ji bo pere an jî navûdengê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.