NÛÇEYÊN KURDÎ

XELATA RÛMETÊ YA TBB’Ê JI TAHÎR ELÇÎ RE, NAHÎT EREN XELATÊ WERGIRT

"Xelata Rûmetê" ya ku Yekîtîya Baroyên Tirkîyeyê (TBB) da Tahîr Elçî, ji alîyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat pêşwazîkirin.

XELATA RÛMETÊ YA TBB’Ê JI TAHÎR ELÇÎ RE, NAHÎT EREN XELATÊ WERGIRT

"Xelata Rûmetê" ya ku Yekîtîya Baroyên Tirkîyeyê (TBB) da Tahîr Elçî, ji alîyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat pêşwazîkirin.

 

 

Di 49. Salvegera Yekîtîya Baroyên Tirkîyeyê de Xelata Rûmetê ya TBBê ji Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê 8 sal berê hat qetilkirin re hat dayîn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren xelat wergirt. Baroya Amedê di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got, “Xelata Rûmetê ya TBB’ê di 49’emîn salvegera damezrandina Yekîtîya Baroyên Tirkîyeyê de; Ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hat qetilkirin re hat dayîn.

 

640

 

Serokê Baroya me Nahît Eren di 13. Lîjneya Giştî ya Awarte ya TBByê de li ser navê Baroya me xelata rûmetê wergirt. Em li ser navê Baroya Amedê spasîya Serokê TBBê Erinç Sagkan û endamên Lîjneya Rêvebirîyê dikin."

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.