GÜNDEM

SERT: KÊMBÛNA RÊJEYÊN QEZENCÊ DERMANXANEYAN DIGIRE

Odeya Dermanfiroşan a Amedê, derbarê sedema bertekên dermanfiroşan de ku ji nûvekirina biryara bihaya dermanan re daxuyanî da çapemenîyê.

SERT: KÊMBÛNA RÊJEYÊN QEZENCÊ DERMANXANEYAN DIGIRE

Odeya Dermanfiroşan a Amedê, derbarê sedema bertekên dermanfiroşan de ku ji nûvekirina biryara bihaya dermanan re daxuyanî da çapemenîyê.

Serokê Odeya Dermansazên Amedê Mahmut Sert, li ser navê Komeleyê daxuyanî xwend û bal kişand ku bihabûna dermanên ku li gorê dovîzê ye, wê pêşî li pirsgirêkên wekê tunebûna dermanan negire. Sert wiha berdewamkir; "Ji bo ku dermanxaneyên me ji bo tenduristîya gel bidomînin û karibin karên xwe bê fikarên darayî bi ser bikevin bikin, pêdivî ye ku rêjeyên berjewendîya wan li gorê ku ji hêla Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hatîye destnîşan kirin were tertîb kirin." Sert bal kişand ku her ku bihayên derman zêde dibin rêjeya qezenca dermanxaneyan jî kêm dibe û wiha got: "Nîvê dermanxaneyên me di bin xeterîya girtinê de ne." 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.