NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞIVANAN LI SER ZOZANAN LI HEV XIST: HERÎ KÊM 7 KES BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Miksê di navbera şivanên 8 gundan de gengeşî derket. Paşê şivanan li hev xist û di bûyerê de herî kêm 7 kes birîndar bûn.

ŞIVANAN LI SER ZOZANAN LI HEV XIST: HERÎ KÊM 7 KES BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Miksê di navbera şivanên 8 gundan de gengeşî derket. Paşê şivanan li hev xist û di bûyerê de herî kêm 7 kes birîndar bûn.

Şivanên gundê Kisor, Arnas, Novî, Raman, Eskîncas, Kincas, Axînê yên bi ser navçeya Miksê ya Wanê ve li ser mêrga sewalan gengeşî kirin. Gengeşî kêliyek şûnve veguherî li hev xistinê. Xelkê gundan jî daxilî şerê şivanan bûn û berfireh bû. Di şer de herî kêm 7 kes birîndar bûn. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê çavkaniyên xwecihî ragihandin ku “Serê sibehê şivanên gundan li hev xistin e. Paşê welatiyên gundan jî daxilî şer bûne û niha 7 kes birîndar bûye. Helîkoptêr çûne cihê bûyerê û birîndar rakirine nexweşxaneyan. Leşker gundên tevlê şer bûne dorpêç kiriye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.