NÛÇEYÊN KURDÎ

SIWAREYA PARLAMENTERÊN HDP’Ê Û TEXSÎYEK LI HEV QELIBÎN: 1 MIRÎ

Siwareya ku parlamenterên HDP’ê tê de bûn û texsîyek li hev qelibîn û di encama qezayê de kesekî jîyana xwe ji dest da.

SIWAREYA PARLAMENTERÊN HDP’Ê Û TEXSÎYEK LI HEV QELIBÎN: 1 MIRÎ

Buroya Çapemenîyê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyanîyekê ragihand ku siwareya ku parlamenterên wan Dêrsim Dag, Omer Ocalan û Nusrettîn Maçîn tê de bûn û texsîyeke tîcarî li xaçerêya Mîllî Kutuphane ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê li hev qelibî ne. Hat zanîn ku di encama qezayê de ajokarê texsîyê jîyana xwe ji dest da. Di daxuyanîya HDP’ê de hat dîyar kirin ku wan bi xemgînî bihîst ku tevî hemû hewldanan jî ajokarê texsîyê jîyana xwe ji dest daye. Parlamenterên wan jî li nexweşxaneyê di muşahedeyê de ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.