NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSRAÎL DEST BI ÊRÎŞÊ ÎBADETXANEYAN KIR

Di şerê Îsraîl û Filistînê de, Îsraîl piştê bombebarana nexweşxaneya Gaze’yê dest bi bombarana cîhên îbadetê kir

ÎSRAÎL DEST BI ÊRÎŞÊ ÎBADETXANEYAN KIR

Di daxuyanîya ku li ser hesabê Telegramê yê Wezareta Karên Navxweyî ya li Gazeyê hat dayîn de hat dîyarkirin ku Mizgefta El-Omerî ya ku li herêma Cibalîye ya li bakurê Gazeyê ji alîyê artêşa Îsraîlê ve hatibû hedefgirtin bi temamî hat îmhakirin.

Di daxuyanîyê de agahî nehat dayîn ka di êrîşê de mirî yan birîndar hene.

Îsraîl dêra dîrokî jî kir hedefa xwe, ku xelkên bêwar ên li Gazeyê lê bi cîh bûne. Hat ragihandin ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Patrîkxaneya Ortodoks a Yewnan a Qudsê êrîş şermezar kir. Di êrîşê de xisareke mezin giheşt dêra dîrokî û avahîyek li nêzê dêrê jî hilweşîya.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.