GÜNDEM

ÎSRAÎL: EM DEST BI ÊRÎŞEKE TAM DIKIN

Piştê pevçûnên di navbera Hamas û Îsraîlê de ku di roja 5emîn hê didome, Îsraîl ku êrîşên xwe yên li ser Gazeyê didomîne, daxuyanî da û got, "Em dest bi êrîşeke tam dikin.

ÎSRAÎL: EM DEST BI ÊRÎŞEKE TAM DIKIN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di daxuyanîya xwe ya derbarê bomberdûmanan de wiha got, "Min hemû astengîyan rakir.

Niha em bi tevahî êrîş bikin. Gazze wê tu carê ne wek berê be.

" Di daxuyanîya ku ji alîyê Wezareta Karên Derve ya Filistînê ve hat dayîn de hat îdîakirin ku "Îsraîla dagirker fosfora spî ya ku di qada navneteweyî de qedexe ye dijî Filistînîyan bi kar tîne.

" Li hêla Îsraîlê hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane hezar û 200î derbas kir, hejmara Filistînîyên ku piştê bersiva Îsraîlê jîyana xwe ji dest dan derket 950î. Îsraîl tevahîya şevê bi tundî bomberdûmanên li ser Gazeyê berdewam kir.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.