NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSRAÎL MIKUR KIR KU CEBILXANEYA XELET BI KAR ANÎYE

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê de di encama bikaranîna cebilxaneyên çewt de herî kêm 86 kes jîyana xwe ji dest dan.

ÎSRAÎL MIKUR KIR KU CEBILXANEYA XELET BI KAR ANÎYE

 

Rayedarekî leşkerî yê Îsraîlî ku navê wî nehate dîyarkirin di daxuyanîya ku ji kanala giştî ya Îsraîlê Kan News re dabû de mikur kir ku bikaranîna cebilxaneyên xelet di êrîşên 24ê Berfanbarê de li ser kampa penaberan a Mahgazîyê "bû sedema qetilkirinek mezin ên sivîl." Di êrîşa roja Yekşemê de herî kêm 86 kes jîyana xwe ji dest dan û Neteweyên Yekbûyî jî dîyar kiribû ku dibe ku hejmara mirîyan zêde bibe.

Herwiha çapemenîya Amrîkayê bal kişand ser wê yekê ku Îsraîl ji destpêka şer û vir ve cara yekem e ku li xwe wiha mikur tê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.