NÛÇEYÊN KURDÎ

STARLINK BÊYÎ ERÊKIRINA TEL AVÎV NIKARE ÎNTERNETÊ BIDE

Musk bi Serokkomar û Serokwezîrê Îsraîlê re hevdîtinek kir. Starlink bêyî erêkirina Tel Avîv wê înternetê nede herêma Gazeyê.

STARLINK BÊYÎ ERÊKIRINA TEL AVÎV NIKARE ÎNTERNETÊ BIDE

Karsazê Amerîkî Elon Musk çû Îsraîlê û bi Serokkomarê Îsraîlê Îshaq Herzog û Serokwezîr Binyamî Netanyahu re hevdîtin kir.

 

Wezîrê Ragihandinê yê Îsraîlê Shlomo Karhî ragihand ku wan di prensîbê de li hev kirine ku pergala înternetê ya satelaytê ya Starlink ku xwediyê wê Musk e, bêyî erêkirina Tel Avîvê li Gazeya dorpêçkirî înterneta satelîtê peyda neke.

Karhî di daxuyanîya xwe de wiha got, "Di encama vê peymana girîng de, peykên Starlink tenê bi destûra Wezareta Ragihandinê dikare înternetê bide."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.