NÛÇEYÊN KURDÎ

TÛÎK: HILBERÎNA HÊKÊ SEDÎ 0,5 KÊM BÛ

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TÛÎK) daneyên Hilberîna Ajalan Pînikê a Nîsana 2022’an eşkere kir.

TÛÎK: HILBERÎNA HÊKÊ SEDÎ 0,5 KÊM BÛ

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TÛÎK) daneyên Hilberîna Ajalan Pînikê a Nîsana 2022’an eşkere kir. Li gor daneyên ku hatin eşkerekirin, di meha Nîsanê de li gor heman meha sala borî, hejmara mirîşkên serjêkirî ji sedî 8,4 û hilberîna goştê mirîşkan jî ji sedî 4,7 zêde bû. Hilberîna hêkên mirîşkan ji sedî 0,5 kêm bû û hilberîna goştê elokê jî ji sedî 7,9 kêm bû. Hilberîna goştê mirîşkê ku di meha Adarê de 202 hezar û 938 ton bû, di meha Nîsanê de ji sedî 1,8 kêm bû û bû 199 hezar û 200 ton. Hilberîna hêkên mirîşkê ku di meha borî de mîlyarek û 653 mîlyon û 693 hezar yek bû, di meha Nîsanê de ji sedî 4 kêm bû û bû mîlyarek û 587 mîlyon û 961 hezar yek.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.