GÜNDEM

TÛNÇ: WÊ LI 5 NAVÇEYÊN AMEDÊ AVAHÎYÊN EDLÎYEYÊ BÊN AVA KIRIN

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, ê ku ji bo çend serdanan pêk bîne hat Amedê, dîyar kir ku wê li 5 taxan edlîye bên ava kirin.

TÛNÇ: WÊ LI 5 NAVÇEYÊN AMEDÊ AVAHÎYÊN EDLÎYEYÊ BÊN AVA KIRIN

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, ê ku ji bo çend serdanan pêk bîne hat Amedê, dîyar kir ku wê li 5 taxan edlîye bên ava kirin.

Wezîr Tunç, piştê zîyareta Walîtîya Amedê daxuyanî da û dîyar kir ku di warê avahî û înşaeta xanîyên ku ji ber erdhejê zirar dîtine, temîrkirin û xebatên hilweşandinê de pêşketineke girîng çêbûye.

Wezîr Tunç, dîyar kir ku ti zîyan negihiştîye avahîyên aîdî Wezareta Edaletê, tenê sivik zirar dîtine û dîyar kir ku wê li taxa Medya ya navçeya Kayapinarê Avahîyeke nû ya edaletê wê bê ava kirin.

Wezîr Tunç her wiha da zanîn ku wê li navçeyên Çinar, Egil, Hezro, Licê û Farqînê wê avahîyên nû yên edlîyê werin ava kirin.

Tunç, piştê baroya Amedê zîyaret kir, çû serdana Zîndana Dîyarvekir ku bi îşkenceyê tê naskirin. Wezîr Tunç, ku yek bi yek qawîşên girtîgehê zîyaret kir, dîyar kir ku girtîgeha ku sewqê Wezareta Çandê hatîye kirin, wê wek muze bê parastin û wê pirtûkxane, şano û salonên pêşangehê hebin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.