NÛÇEYÊN KURDÎ

KOÇYÎGÎT: WEZÎRÊ KARÊN HUNDIRÎN TUNDÎYÊ DIPARÊZE

Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylu, wêneyê mamoste Betul Koca ku di wêneyê de ala HDP’ê destê wê de ye belav kir û Betul Kocayê hedef nîşan da û derbarê vê de Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehîyê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîğît, bertek nîşanê Wezîr Soylû da.

Mamosteyên sektorên taybet ji bo mafên xwe yên bingehîn li Enqerê kom bûbûn û xwestin ku heta Wezareta Perwerdehîyê ya Netewî meşek li dar bixin, lê polês meşa wan asteng kiribû. Polês li girseyê bi gaza îsotan midaxele kir û di dema midaxeleyan de polês li mamosteyeke bi navê Betul Koca da û wê binçav kirin. Betul Koca ji alîyê Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylû ve hedef hate nîşandan. Koçyîğît dîyar kir ku Wezîr Soylû berpirsîyarê yekem ê vê tundîyê ye û wiha axaftina xwe domand: “Li mamosteyan tundî hate kirin, lê ew bi tenê ji bo doza ked û mafên xwe bikin li wir bûn. Li dijî van tundîyên ku polês li wan kir ji alîyê gelek kesan ve bertek hate nişandan. Piştê bertekan Wezîrê Karên Hundirîn tundîya li kolanê hate kirin parast. Tiştên mamosteyan kirin ne sûc bû, sûc a polêsan e ku di çalakîyên aştîyane de tundî li çalakîsazan dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.