NÛÇEYÊN KURDÎ

TÎP Û AHMET ŞIK, JI HDP Û GELÊ KURD LÊBORÎN XWEST

Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) ji ber gotinên Parlamenterê Stenbolê Ahmet Şik ê ku derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de gotibû, lêborîn xwest. Axaftina Ahmet Şik a bi hemwelatîyekî re, li ser medyaya civakî hat parvekirin û bûbû sedema bertekan.

Derbarê gotina divê “Di nava HDPê pir mirovên dijwar hene” Ahmet Şik wiha bersiv dide, “Belê hîn jî hene. Selahattîn Demîrtaş em perîşan kirin. Qaşo em di heman tifaqê de ne. Tu Selahattîn Demîrtaş ji nav derbixe wê HDP ji navê rabe.”

Derbarê van gotinên Ahmet Şik de TÎPê li ser hesabê xwe yê Medya Civakî daxuyanî da. Di daxuıyanîya TÎPê de wiha hat gotin, “Gotinên Wekîlê me yê Stenbolê Ahmet Şik ku li ser medyayê li raya giştî belav bûye, ne nêrînên partiya me ne, di heman demê de di warê nasnameya têkoşînê ya ku parlamenterê me heta îro parastiye de jî ev gotinên wî ji hedê xwe yê îfadekirinê derbas kirî ye.  Ji ber vê yekê em ji hêzên hevalbend û bi taybet dostên me yên HDP’ê, gelê Kurd, ji raya giştî ya çep û ji hemû welatiyên xwe lêborîna xwe dixwazin.

AHMET ŞIK: EZ JI GELÊ KURD LÊBORÎN DIXWAZIM

Ahmet Şik jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û wiha got: “Bêyî ku mijar, bûyer, kesên di bûyerê de vebêjim ez ji hemû dostên xwe yên HDP, gelê Kurd û rêhevalên TÎPê lêborînê dixwazim ji ber van gotinên ku nêrîn, niyet û hestên min nîşan nadin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.