NÛÇEYÊN KURDÎ

TÛRAN: DI GIRTÎGEHAN DE HERÎ ZÊDE MAFÊ TENDIRUSTÎYÊ TÊ BINPÊKIRIN

Seroka Odeya Bijîşkên Amedê Elîf Tûran dîyar kir ku li girtîgehan girtî herî zêde rastê binpêkirina mafê tendirustîyê tên.

TÛRAN: DI GIRTÎGEHAN DE HERÎ ZÊDE MAFÊ TENDIRUSTÎYÊ TÊ BINPÊKIRIN

Seroka Odeya Bijîşkên Amedê Elîf Tûran dîyar kir ku li girtîgehan girtî herî zêde rastê binpêkirina mafê tendirustîyê tên.

Tûran derbarê mafên tendirustîyê yên li girtîgehan de daxuyanî da û wiha got: “Kesê/a ku li girtîgehê bê girtin gelek mafên wê/î yên wek ava germ, xwarinên paqij û hwd. hene. Lêbelê serlêdanên ku ji me re tê kirin berbiçav e ku li girtîgehan binpêkirina mafan hene.” Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 8 mehên pêşîn ên sala 2022’yan de teqrîben herî kêm 50 girtî jîyana xwe ji dest dan. Di encama biryarên ku ji alîyê dozgerî, Sazîya Tibê ya Edlî (ATK) û rêveberîya girtîgehê de hat dîyarkirin ku girtîyên nexweş hê jî jîyana xwe ji dest didin. Tûran destnîşan kir ku serlêdan hem ji alîyê girtîgeh hem jî ji alîyê xizmên girtîyan ji bo sazîya wan tê kirin û wiha axaftina xwe domand: “Mafê tendirustîyê mafeka bingehîn a jîyanê ye. Em mafê jîyanê diparêzin. Divê astengîyên li ber mafê tendirustîyê ya mirovan bê rakirin. Divê tu carî neyê jibîrkirin ku yên girtî bi kesên ne di girtîgehê de ne xwedî mafên wekhev in.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.