NÛÇEYÊN KURDÎ

TÎSK: JI BO FORMULÊN KU BI HER AWAYÎ BIBIN ÇARESERÎ EM DIKARIN HEVKARÎYÊ BIKIN

Konfederasyona Komeleyên Karsazên Tirkîyeyê (TÎSK) di derbarê mûçeya kêmtirîn de daxuyanîyeke nivîskî da.

TÎSK: JI BO FORMULÊN KU BI HER AWAYÎ BIBIN ÇARESERÎ EM DIKARIN HEVKARÎYÊ BIKIN

Konfederasyona Komeleyên Karsazên Tirkîyeyê (TÎSK) di derbarê mûçeya kêmtirîn de daxuyanîyeke nivîskî da.

TÎSK'ê ku di Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn de nûnertîya karsazan dike, dîyarkir ku ew ê di civîna muhtemel a li ser mûçeya kêmtirîn de, teqez li ser maseyê bin û wiha berdewam kirin; "Em ê bi xebatên xwe yên li ser feydeya tevahî nêrînên xwe parve bikin. Weke TÎSK'ê, her tim karê me yê ewil aramîya welat û hevkarên me ye. Ji alîyê din ve em dizanin ku di derdoreke wiha de pir girîng e ku ji bo başîya hilberîneran û berdewamîya hilberînê mayînde bikin, em piştgirî bidin karsaz û hilberînerên xwe. Em piştgirîyê didin her cure biryarên ku wê nirxê hemû karsazîyên me yên mezin û piçûk zêde bikin. Em dikarin ji bo formulên ku wê çareserîyê ji hemû alîyan re peyda dikin, hevkarîyê bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.