NÛÇEYÊN KURDÎ

TALÎBAN, ZANÎNGEH LI JINAN QEDEXE KIR

Talîbana ku li Afganîstanê rêveberî xistîye bin kontrola xwe, qedexeyek nû li qedexeyên li ser jinan zêde kir.

TALÎBAN, ZANÎNGEH LI JINAN QEDEXE KIR

Talîbana ku li Afganîstanê rêveberî xistîye bin kontrola xwe, qedexeyek nû li qedexeyên li ser jinan zêde kir.

Vê carê Talîbanê ragihand ku ew çûna zanîngehê li jinan qedexe dikin. Berdevkê Wezareta Xwendina Bilind a Afganîstanê Hafiz Zeîyaûllah Haşimî biryara bi îmzeya Wezîrê Perwerdeyê Neda Mihemed Nadîm li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kir.

Di biryara ku ji bo hemû zanîngehên giştî û taybet ên Afganîstanê hatiye weşandin de wiha tê gotin, "Li ser biryara encûmena wezîran heta fermana duyem xwendina keçan hatiye rawestandin, ji kerema xwe tavilê fermana ku hatîye dayîn têxin pratîkê."

Li Afganîstanê dibistanên navîn û lîse, wek karkerî xebitandin û seyahat a a bêyî mêr li cem be li jinan hatîye qedexe kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.