NÛÇEYÊN KURDÎ

TEDAWÎYA ZAROKA DI PÎROZBAHÎYÊN HILBIJARTINÊ DE BIRÎNDARBÛBÛ DIDOME

Piştê hilbijartina tûra 2'yemîn a Serokkomariyê ya 28'ê Gulanê, endam û alîgirên AKPê li her derê derketin kolanan û pîrozbahî li darxistin, di pîrozbahiyan de gelek çekên giran hatin bikaranîn.

Ev yek jî bû sedema mirina zarokan. Li Mersînê di pîrozbahiyê de zarokê 15 salî yê bi navê Muhammed Eslek, li Rihayê jî Emîrhan Gelgîr ê 14 salî jiyana xwe ji dest dabûn.

Her wiha li taxa Eyyubnebî ya navçeya Eyubiye ya Rihayê jî AKPyîyan bi çekan pîrozbahî li dar xistin û di encama pîrozbahiye de gule li serê zaroka 14 salî ya bi navê Kubra Çoban ku di wê keliyê de li şaneşîna mala xwe bû ket. Çoban ku bi giranî birîndar bûbû, niha li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê di beşa lênêrîna awarte de tê dermankirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.