NÛÇEYÊN KURDÎ

TETBÎQA MECBÛRÎ YA LASTÎKÊN ZIVISTANÊ DI 1 KANÛNÊ DE DEST PÊ DIKE

Peywira bikaranîna lastîkên zivistanê yên ji bo siwareyên ticarî wê ji 1ê Kanûnê û pê ve dest pê bike.

TETBÎQA MECBÛRÎ YA LASTÎKÊN ZIVISTANÊ DI 1 KANÛNÊ DE DEST PÊ DIKE

Peywira bikaranîna lastîkên zivistanê yên ji bo siwareyên ticarî wê ji 1ê Kanûnê û pê ve dest pê bike. Di çarçoveya rêziknameya Wezareta Gihandin û Binesaziyê de, di navbera 1ê Kanûnê û 1ê Nîsanê de ji bo hemû siwareyên ticarî lastîkên zivistanê mecbûrî ne. Ji bo siwareyên taybet û xusûsî jî her çend ne mecbûrî be jî ji teref pisporan ve tê tewsîye û pêşnîyar kirin. Li gorî tetbîqkirina Wezaretê, siwareyê tîcarî ku lastîkên wan ên zivistanê tune be, ji bo sala 2022'an wê hezar û 152 lîre cezayê pere lê were birîn. Her wiha cezayê bikarneanîna lastîkên zivistanê wê ji 1ê Çileya 2023an û pê ve di çarçoveya rêjeya ji nû ve werastkirinê ya ku ji aliyê Wezareta Xezîne û Maliyeyê ve bê ragihandin, bê nûkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.