NÛÇEYÊN KURDÎ

TIR A KU DI RÊYA LICÊ DE AGIR PÊKET BÊKÊR BÛ

Di rêya Licê de agir bi TIReke barkirî ket û di encamê de TIR bêkêr bû.

TIR A KU DI RÊYA LICÊ DE AGIR PÊKET BÊKÊR BÛ

Di rêya Licê de agir bi TIReke barkirî ket û di encamê de TIR bêkêr bû.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li ser rêya Amed-Licê di TIRa ku stûnên elektrîkê lê barkirîbû ji ber sedemeke nedîyar şewat derket.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê, îtfaîye û cendirme sewqê cihê bûyerê bûn. Ekîbên agirkujîyê şewat vemirandin.

Hat hînbûn ku di şewatê de mirî û birîndarî çênebû ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.