GÜNDEM

“TIRKÎYE, JI BO KARKERAN DI NAVA WELATÊN HERÎ XERAB ÊN CÎHANÊ DE YE”

Nivîskarê aborîyê Servet Yildirim, di nivîsa xwe ya 1'ê Gulanê Cejna Ked û Piştevanîyê de destnîşan kir ku Tirkîye ji bo karkeran di nava welatên herî xerab ên cîhanê de ye.

Yildirim di gotara xwe de wiha got: “Li gor daneyên Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborîyê (OECD), Tirkîye di nav 36 welatên ku demjimêrên pir dirêj dixebitin de di rêza yekem de ye. Salê, derdora 100 hezar nexweşîyên pîşeyî diqewim e.

Wekê din jî gelek nexweşîyên pîşeyî hene ku nayên tomar kirin. Di rêza welatên ku herî zêde di qezayên kar de karkeran jîyana xwe ji dest dane de Tirkîye dîsa yekemîn e.

Di warê Euro de jî digel zêdekirinên dawîn Tirkîye di warê mûçeyê herî kêm a safî de li Ewropayê di rêza duyemîn de ye. Li welatê me li gor hejmarên fermî bêkarî ji sedî 10 e. Rêjeya Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborîyê tenê ji sedî 5 e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.