NÛÇEYÊN KURDÎ

TIŞTÊNKU LI ROBOSKÎ QEWÛMÎ ÎRO LI GAZEYÊ DIQEWÛME

Înîsiyatîfa Edalet ji bo Roboskî, derbarê 143’yemin meha Komkujîya Roboskî de daxuyanî da.

TIŞTÊNKU LI ROBOSKÎ QEWÛMÎ ÎRO LI GAZEYÊ DIQEWÛME

Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Asli Saraç, dîyar kir ku Komkujîya Roboskî dîmeneke wehşeta ku nayê fêmkirin e.

 

Her wiha Saraç dîyar kir ku ewê edaleta ku 12 sal e pêk nehatîye bişopînin û eger berpirsyar neyên darizandin wê komkujî berdewam bikin û wiiha berdewamkir, “Tişta ku duh li Roboskî qewimî, îro li Gazeyê diqewime. Divê dewlet bi qetlîamên ku kirîye re rû bi rû bimîne. Heta ku edaleta Roboskî pêk neyê wê edaleta Tirkîyeyê pêk neyê. Rastîya ku em dijîn; dewlet, bêcezabûn, şer û tunebûna edaletê ye. Em li alîyê lêgerîna edaletê, aştîyê û jîyana bi hev re ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.