NÛÇEYÊN KURDÎ

TKP MIRINÊN KARKERAN PROTESTO KIRIN! EM SÛCDARAN NAS DIKIN

Rêxistina bajarê Amedê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) li dijî mirin û birîndarbûna karkerên di înşaetê de çalakiyek li dar xist.

TKP MIRINÊN KARKERAN PROTESTO KIRIN! EM SÛCDARAN NAS DIKIN

Rêxistina bajarê Amedê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) li dijî mirin û birîndarbûna karkerên di înşaetê de çalakiyek li dar xist. Di daxuyaniya Teşkîlata TKP a Amedê de wiha hat gotin: “Di sektora înşaetê de ku li seranserê herêmê bi taybetî li Amedê kedxwarin û îstismar pir zêde tê kirin, her roj karker dimirin, jehrî dibin an jî bi giranî birîndar dibin. Me mînaka vê ya herî mezin bi rûdana du cînayetên kar di sê rojan de dît. Cîhan ku li navçeya Kayapinarê ji qata sêzdehemîn a şîrketa herî mezin a înşaetê ya Amedê ket xwarê, mînakek wiha ye. Em sûcdaran nas dikin. Sûcdar ew patronan in ku ji bo îstîsmarkirina karkeran û veşartina kuştinên karkeran bi fêlbaziyên cûrbecûr kar dikin, û desthilatdariya siyasî ku bi erêkirina wan hevkar e. Weke Tora Piştevaniyê em ê cînayetên kar ên li herêmê û Amedê bişopînin. Ji bo jiyanê em ê xwe bi rêxistin bikin, em ê vê rêzê biguherînin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.