NÛÇEYÊN KURDÎ

TMMOB AMED: DIVÊ ARMANCA VEGUHERÎNÊ MIROVÎ BE NE BAZIRGANÎ BE

Komîsyona Veguherîna Bajar a TMMOB'ê ya Amedê, ji bo balê bikişîne ser nîqaşên 'Veguherîna Bajar' ên piştê erdhejên navenda wê Mereş e hatin rojevê û balê bikşîne ser veguherîna bajaran ya ku divê çawa bê kirin, li Odeya Endezyarên Lêkolîneran daxuyanî da çapemenîyê.

TMMOB AMED: DIVÊ ARMANCA VEGUHERÎNÊ MIROVÎ BE NE BAZIRGANÎ BE

Komîsyona Veguherîna Bajar a TMMOB'ê ya Amedê, ji bo balê bikişîne ser nîqaşên 'Veguherîna Bajar' ên piştê erdhejên navenda wê Mereş e hatin rojevê û balê bikşîne ser veguherîna bajaran ya ku divê çawa bê kirin, li Odeya Endezyarên Lêkolîneran daxuyanî da çapemenîyê.

Dogan Hatun ê ku daxuyanî xwend, bal kişand ser mezinahîya erdhejên ku li 11 bajaran pêk hatine û wiha got: “Divê li Tirkîyeyê felaketên xwezayî neyên normalîzekirin. Piranîya avahîyên li van deverên ku bûyerên xwezayî lê çêdibin, bi taybetî li herêmên ku wêranbûn an jî zirareke mezin lê hene, ji qadên ku xizmetên mîmarî-endezyarîyê wernegirtine an jî bi baş nehatine kontrol kirin pêk tên.

Dogan Hatun, dîyar kir ku xebatên plansazîyê yên li ser qadên veguherîna bajaran ên li Amedê hatine lêkolînkirin û gelek caran daxuyandine ku ev plan li dijî qanûna îmarê ye û wiha got:

 “Planên ku wê xelkê ji warê xwe koçber bike û li hemberê felaketan wê li ber xwe nedin hene. Em hemû dibînin ku êşên em îro dijîn ji ber bê planîyê û nezanistîyê ye, her wiha ji teknîkî û zanistî dûr e. Em bi taybetî tekez dikin ku di modela veguherîna bajarî ya ku tê dîyarkirin de, divê pêkanîn bi awayekî plankirî bên kirin û veguhertin bi modela veguherîna mirovî bê kirin, ne bi fikarên bazirganî. Karesata ku me jîyabû careke din nîşanî me da ku biryarên çewt ên hilbijartina cîh, çêkirina modelên avahîsazîyê yên nebaş û qadên qelebalix, nebûna qadên binesazîyê yên bêqîm û ji hêla teknîkî ve ne baş e, wêrankirina bûyerên xwezayî zêde kir. Em tekez dikin ku lêkolînên ku li qadên veguherîna bajaran bên kirin, divê bi rengekî ku raya giştî ji cîh û warên xwe dernekeve, di berjewendîya zanist û teknolojîyê de were meşandin.”

Dogan Hatun, di daxuyanîyê de wiha berdewam kir:

“Piştê erdhêjê li taxa Kaynartepeya navçeya Baglarê derbarê veguherîne bajar de bi buxtan û gotinên nerast Odeyên me ya Pîşeyî yên girêdayê TMMOBê hedef hatibûn nîşandan. Em dikarin ji wan kesên bi pereyan îftîra û îdraqê çêkin re em dikarin tiştên ku bi navê beguherîna bajêr tên kirin ji wan re rêz bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.