GÜNDEM

TOKÎ PLANSAZÎYA XWE YA JI BO AMEDÊ EŞKEREKIR

Lîsteya malên erdhejê yên ku li Amedê tên çêkirin hat eşkerekirin

TOKÎ PLANSAZÎYA XWE YA JI BO AMEDÊ EŞKEREKIR

Lîsteya malên erdhejê yên ku li Amedê tên çêkirin hat eşkerekirin. Çêkirina 6 hezar û 40 xaniyên ku TOKÎ ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê ku malên wan xera bibûn û zirareke mezin dîtibûn berdewam dike. Kesên sûdmend ji bo xaniyên TOKÎ yên ku tên çêkirin hatin diyarkirin û lîste li midûryetê hatin daliqandin. Hat diyarkirin ku dema îtîrazê ya ji bo bidestxistina lîsteyan 15 roj e. Tê texmînkirin ku di xaniyên li taxa Oxlakli ya navçeya Baxlarê û nêzîkê Qerejdaxê hatine çêkirin de nêzî 100 hezar kes wê bijîn. Li qada niştecihbûnê ya ku nû hatiye çêkirin xebatên binesaziyê dewam dikin. Wê xaniyên çar qatî 85 metrekare û 105 metrekare bin. Li ew niştecîhê Navenda Bazirganiyê, dibistan, bazar, navenda tenduristiyê ya malbatê û mizgeft jî hebin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.