GÜNDEM

WÎLLÎAM M. YÊ KU LI PARÎSÊ ÊRÎŞÊ KURDA KIRIBÛ HAT GIRTIN

William M. ê 69 salî ku di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ya Fransayê de 3 Kurd qetil kir, do derket pêşberê dadgehê.

Li gor nûçeya çapemenîya Fransayê, dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne xwest ku gumanbar bi girtî bê darizandin. Dadwerê lêpirsînê jî biryar da ku êrîşkar wek girtî bê darizandin. Heta niha nayê zanîn ew şandine kîjan girtîgehê. Gumanbar di îfadeya xwe ya ewil de destnîşan kir ku ew 'nijadperest' e û li xwe mikur hat ku ji ber ku ji koçberan hez nake ev cînayet pêk anîye. Gumanbar her wiha got ku wî bi qestî kurd kirîye hedef.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.