NÛÇEYÊN KURDÎ

TTB: LI DENGÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN! Û DENGÊ XWE BIDIN DEMOKRASÎ Û AZADÎYÊ

Meclîsa Navendî ya Yekitîya Tabîbên Tirk bi daxuyanîyeke çapemenîyê helwesta xwe ya derbarê hilbijartinên 14'ê Gulanê de eşkere kir.

TTB: LI DENGÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN! Û DENGÊ XWE BIDIN DEMOKRASÎ Û AZADÎYÊ

Meclîsa Navendî ya Yekitîya Tabîbên Tirk bi daxuyanîyeke çapemenîyê helwesta xwe ya derbarê hilbijartinên 14'ê Gulanê de eşkere kir.

Navenda Giştî ya TTB'ê di daxuyanîya xwe de peyama "Ji bo Tenduristîya Gel di 14'ê Gulanê de divê Guhertin pêk were" parve kir.

Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Ahmet Karer Yurtdaş, di daxuyanîya xwe de wiha got, "Tirkîye li ber du rêya ye, ya wê di vê tarîtîya ku her diçe bêhtir tarî dibe de bimîn e, ya jî wê tercîha xwe li alîye umîd û hêvîya demokrasîyê şên dike bikarbîn e.”

Yurtdaş dîyar kir ku hikûmeta AK Partîyê di 21 salan de li hemû qadên jîyanê krîz afirand û wiha got; “Îro nexweşxaneyên 'bajar/şîrket' ên ku li derveyê bajaran çêkirine, ji ber erdhêjan wêran bûne, yên mayî jî xisar dîtine.

Ne randevûyên doktor di korîdorên wan ên vala de peyda dibin, ne derman û ne jî derzî li dermanxaneyan nayên dîtin. Di dawîya bîst salan de, ya ku ji me re maye wêranîyeke mezin e.

Piştê erdhêjê gelek nexweşxaneyên dewletê bêkêr bûn in. Mexdûrên erdhêjê bi mehan e bê av û stargehin. Li Tirkîyeya îroyîn civak li ber çavên dewletê weke “xetere” tên dîtin. Destûr nayê dayîn ku tu kes biaxive û ji bo bêdengkirinê derfetên bêsînor ji sazîyên hiqûqê re tên dayîn. Dem dema dengdana ji bo demokrasî, aştî û azadîyê ye, li deng û rayê xwe xwedî derkevin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.