NÛÇEYÊN KURDÎ

TTB: LI SEMSÛRÊ KONTEYNERÊN MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ DI BIN AVÊ DE MA

Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB) dîyar kir ku li Semsûrê ji ber barana ku berdewam dike konteynirên mexdûrên erdhêjê di bin avê de man.

TTB: LI SEMSÛRÊ KONTEYNERÊN MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ DI BIN AVÊ DE MA

Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB) dîyar kir ku li Semsûrê ji ber barana ku berdewam dike konteynirên mexdûrên erdhêjê di bin avê de man.

TTB'ê li ser medyaya civakî daxuyanî da û wiha got; "Li Semsûrê ji ber baranê gelek konteynir di bin avê de man, mexdûrên erdhêjê careke din neçar man birînên xwe bi tena serê xwe bipijînin. Tevê ku nêzê 10 meh di ser erdhêjê re derbas bûye jî kêmasîyên rêxistinî yên li qadên niştecîhên demkî berdewam dikin.

Em bang li desthilata giştî dikin û bi bîr dixin ku bilez tedbîrên xwe li hember metirsîyên wek lehî, şewat û nexweşîyên li deverên niştecîhbûnê yên demkî bigirin û berpirsiyarîya avakirina avahîyên ewledar û saxlem pêk bînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.