NÛÇEYÊN KURDÎ

TUÎKÊ HEJMARA BÊKARÎYÊ YA MEHA ADARÊ EŞKERE KIR

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha Adara 2023an eşkere kir.

TUÎKÊ HEJMARA BÊKARÎYÊ YA MEHA ADARÊ EŞKERE KIR

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha Adara 2023an eşkere kir.

Li gor daneyên TUÎKê hejmara bêkarên 15 salî û jê mezintir di meha Adarê de li gor meha borî 4 hezar kes lê zêde bû û derket 3 milyon û 508 hezar kesan.

Rêjeya betalîyê jî, neguherî û di asta ji sedî 10,0ê de ma. Rêjeya bêkarîyê ya mêran ji sedî 8,1  ji bo jinan jî, ji sedî 13,8 hat dîyar kirin. Hejmara kesên hatine îstîhdam kirin di Adara 2023an de li gor meha borî 37 hezar kes lê zêde bû û derket 31 milyon û 462 hezar kesan.

Rêjeya îstihdamê jî neguherî û asta ji sedî 48,2an de ma. Di Adara 2023an de hêza kar li gor meha borî 41 hezar kes lê zêde bû û derket 34 milyon û 970 hezar kesan. Rêjeya tevlêbûna hêza kar jî neguherî û di asta ji sedî 53,6an de ma.

Rêjeya bêkarîyê ya demsalî ya di nav nifûsa ciwan de, bû ji sedî 20,1. Dema xebata rastîn a heftane ya navîn, ku ji bo bandorên demsalî û salnameyê hatîye sererast kirin, 44,5 demjimêr bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.