NÛÇEYÊN KURDÎ

TUÎK: JI SEDÎ 43,6Ê JINAN LI KOLANAN NEREHET E

Li Tirkîyeyê ji sedî 43,6ê jinan dema ku bi şev li kuçe û kolanan bi tena serê xwe dimeşin, nerehetîyê dijîn.

TUÎK: JI SEDÎ 43,6Ê JINAN LI KOLANAN NEREHET E

 

Di Anketa Razîbûna Jîyanê ya 2023an a Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) de encamên "rewşa kesên ku bi şev bi tena serê xwe di derdora ku lê dijîn de dimeşin xwe ewle dibînin" hatin eşkerekirin.

Li Tirkîyeyê dema ku bi şev li taxa xwe bi tena serê xwe dimeşin ji sedî 16,3ê jinan xwe 'ne ewle ne bêewle', ji sedî 22,1 'bê ewle' û ji sedî 5,2 jî xwe 'pir bê ewle' hîs dikin.

Di nava mêran de rêjeya kesên ku xwe ‘pir ewle’ hîs kirine ji sedî 14,6 û yên ku xwe ‘ewle’ hîs kirine jî ji sedî 61,2 bûye. Di nav mêran de ji sedî 14 xwe ‘ne ewle û ne bêewle’ hîs kirine, ji sedî 8,5 xwe ‘ne ewle’ û ji sedî 1,7 jî xwe ‘pir ne ewle’ hîs kirine.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.