NÛÇEYÊN KURDÎ

TUM-BEL SEN: EM RASTÎ MOBBÎNGÊ TÊN

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ji bo jinên endamên Sendîkaya Hemî Kedkarên Xizmetguzarîya Şaredarî û Rêveberîyên Herêmî (TUM BEL -SEN) ku ji alîyê rêveberên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve rastî mobbîngê hatin, li ber şaredarîyê daxuyanî da.

TUM-BEL SEN: EM  RASTÎ MOBBÎNGÊ TÊN

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ji bo jinên endamên Sendîkaya Hemî Kedkarên Xizmetguzarîya Şaredarî û Rêveberîyên Herêmî (TUM BEL -SEN) ku ji alîyê rêveberên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve rastî mobbîngê hatin, li ber şaredarîyê daxuyanî da. Pankarta "Zext û sirgûnên li ser karkeran rawestînin" hat vekirin û gelek nûnerên sazîyên sivîl jî beşdarî çalakîyê bûn. Sekretera Jinê ya Navenda Tarım Orkam-Sen’ê Serap Baysal ku li ser navê sazîyan daxuyanî xwend, wiha got: "Xebatkarên jin ên li şaredarîyan dixebitin, ji alîyê qeymeqam û xebatkarên îdarî ve, rastî mobbîng û zextê tên.” Baysal dîyarkir ku Serokê Daîreya Çavkanîyên Mirovan a Şaredarîya Bajarê Mezin Alî Yucel, li dijî Hevseroka Şaxa TUM BEL-SEN’ê Nîhal Yanik û li hember xebatkarên Şaredarîya Bajarê Mezin, zimanekî heqaret û biçûkxistinê bikar anîye. Baysal; “Em dixwazin dîyarbikin ku me tu carî helwesteke bi vî rengî ya li hemberî Yanik û xebatkareke din ya jin qebûl nekirîye û di derbarê vê mijarê de li Serdozgerîya Komarê ya Amedê serlêdana sûcê kiriye. Em ê li dijî polîtîkayên zayendperest ku bi hêza ji hevgirtina jinan tê, parastina mafên xwe bidomînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.