GÜNDEM

WÊ LI GORISTANA ROBOSKÎ BERNAMEYA BÎRANÎNÊ BÊ LIDARXISTIN

Di salvegera komkujiya ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat, wê ji bo kesên li Roboskî jiyana xwe ji dest dane li goristanê çalakiya bîranînê bê lidarxistin.

28ê Kanûnê ya sala 2011an di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku li gundê Roboskî yê Qilabanê hat kirin de 34 kesên ku 19 jê zarok bûn jiyana xwe ji dest dabûn. Roj û cihê bernameya bîranînê diyar bû. Kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane wê di 28'ê Kanûnê saet di 13:00ê piştê nîvro de li ser gorên xwe yên li goristana Roboskî bên bibîranîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sagkan, Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Kurdistanî, parlamenterên herêmê û nûnerên saziyên sivîl jî, wê beşdarê bîranînê bibin. Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan wê beriya bîranînê bi malbatên Roboskî re hevdîtinê pêk bîne. Piştre wê biçin goristanê merasîma bîranînê pêk bînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.