NÛÇEYÊN KURDÎ

WALÎTÎYA AMEDÊ DI DERBARÊ HEWLDANA SEXTEKARÎYÊ DE DAXUYANÎYEKE NIVÎSKÎ WEŞAND

Walîtîya Amedê hişyarîya xwe ya berê ya li hemberê sextekaran dubare kir û daxuyanîyeke nivîskî weşand.

WALÎTÎYA AMEDÊ DI DERBARÊ HEWLDANA SEXTEKARÎYÊ DE DAXUYANÎYEKE NIVÎSKÎ WEŞAND

Walîtîya Amedê hişyarîya xwe ya berê ya li hemberê sextekaran dubare kir û daxuyanîyeke nivîskî weşand. Di daxuyanîya Walîtiya Amedê de wiha hat gotin; “Di van demên dawî de hinek kes an kesan xwe wek xebatkarên Walîyê Amedê Alî Îhsan Su û burokratan didin nasîn. Hat tespîtkirin ku ev kes telefonê karsaz û welatîyên me yên xêrxwaz dikin û li ser navê Walîtîya me, di bin navê bexş û kampanyayên alîkarîyê de bi hincetên cuda daxwaza pereyan dikin. Welatîyên ku rastê rewşeke wiha tên, bila serî li Midûrîyeta Ewlehîyê ya Parêzgehê û Fermandarîya Cendirmeyan a Parêzgehê bidin, an jî serî li Serdozgerîya Komarê bidin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.