NÛÇEYÊN KURDÎ

WEKÎLÊ CHPÊ PIRSNAME DA MECLÎSÊ: ÇIMA ESNAFÊN AMEDÊ JÊ SÛD WERNAGRE?

Derbarê taloqkirina deynê esnafan yên herêma erdhêjê ku çima esnafên Amedê ji wê lîsteyê hatîye derxistin, pirsname pêşkêşê meclîsê hat kirin.

Wekîlê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, ji ber ku esnafên Amedê li derveyê derfeta taloqkirina deynan hatîye hiştin bertek nîşan da.

Tanrikûlû di pirsnameya meclîsê ya ku bi daxwaza Wezîrê Xezîne û Darayîyê Mehmet Şîmşek bersiv bide de wiha got, “Gelo esnafên me yên Amedê ku ji erdhêjê bandor bûne, bi kîjan sedem û hincetê li derveyê vê derfetê hatine hiştin?

Ji bo ev pirsgirêk tavilê were çareser kirin gelo tu werastkirin heye ya na? Di ser erdhêjê re 6 meh derbas bûye, li 11 bajarên ku karesat lê qewimî, ji bo hemwelatî, esnaf û hemû kesên mexdûr bûne we heta niha ji bo dabînkirin û çareserkirina mexdûrîyetan we çi kîye?

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.