NÛÇEYÊN KURDÎ

WELATÎYÊN AMEDÎ JI BERTEK NÎŞANÊ ÎSRAÎL’Ê BIDE DERKET QADAN

Ji ber bomberdûmana Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El-Ehlî ya Baptîst a Gazeyê, welatîyên Amedê ji bo bertekên li dijî Îsraîlê, derketin kolanan.

Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya Baptîst a El-Ehlî ya li Gazeyê de herî kêm 500 kes mirin.

Ji çar alîyê cîhanê bertekên derbarê êrîşê de berdewam dikin.

Li hemberê êrîşa Îsraîlê, welatîyên Amedê bi şev li cîhên cuda yên bajêr daketin qadan.

Welatîyan bi qîrîna dirûşmên "lanet li Îsraîl be" êrîşê şermezar kirin.

Li alîyê din welatîyên li Stenbolê li ber Sefaretxaneya Îsraîlê kom bûn û êrîş protesto kirin. Welatîyan xwestin ku têkevin kolana sefaretxaneyê lê belê polêsan midaxaleyê wan kir. Li Enqere û gelek bajaran xwepêşandan berdewam dikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.