GÜNDEM

BAROYA AMEDÊ DERBARÊ XERACA CMK’Ê DE DOZA BETAL KIRINÊ VEKIR

Baroya Amedê, li dijî tarîfeya Xeraca Cezayê ya 2023an (CMK) ya ku ji teref Wezareta Dadê ve hat amadekirin û berovajî şert û mercên aborî yên heyî û di Rojnameya Fermî de hatîye weşandin, li Lijneya Şûraya Dewletê doz vekirin.

BAROYA AMEDÊ DERBARÊ XERACA CMK’Ê DE DOZA BETAL KIRINÊ VEKIR

Baroya Amedê, li dijî tarîfeya Xeraca Cezayê ya 2023an (CMK) ya ku ji teref Wezareta Dadê ve hat amadekirin û berovajî şert û mercên aborî yên heyî û di Rojnameya Fermî de hatîye weşandin, li Lijneya Şûraya Dewletê doz vekirin. Di daxwaznameyê de hat gotin ku Tarîfeya Xeraca 2023yan wate û fonksyona Mûçeya Herî Kêm ya Parêzerîyê ji holê radike û li dijî qedexeya angaryayî ye.

Di berdewamê de jî wiha hat îfadekirin, “ “Heta ku Tarîfa 2023’an di rewacê de bimîne, wê parêzer nikaribin di çarçoveya CMK’ê de bi awayekê saxlem xizmetê bikin. Ev rewş wê di pergala me ya darazê de bibe sedema têkçûnên cidî. Di encama van rewşan de mafê darizandina adil û parastinê wê zirarê bibîne û wê dewleta hiqûqê bi giranî jê xisar û zîyanê bibîn e. Ji bo ev xisar û zîyan were asteng kirin, heta darizandin bi encam bibe divê tarîfeya xeracê ya derqanûnî ya ku bûye mijara dozvekirinê, ji ber ku kêm e ferz bûye ku em betal kirina wê daxwaz bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.