GÜNDEM

WEQFA SOROS: BI TU AWAYÊ EM DAXILÊ NAV ÇALAKÎYÊ GEZÎ’YÊ NEBÛNE

Weqfên Civaka Vekirî (Open Society Foundations) ya ku damezerînerê wê Corc Sorıs Karsazê Amerîkî yê bi eslê xwe ji Macarê ye û di sala 2018an de kar û xebatên li Tirkîyeyê dane seknandin, îdiaya ku di sala 2013’an de piştgirî daye protestoyên Parka Gezîyê red kir.

WEQFA SOROS: BI TU AWAYÊ EM DAXILÊ NAV ÇALAKÎYÊ GEZÎ’YÊ NEBÛNE

Weqfên Civaka Vekirî (Open Society Foundations) ya ku damezerînerê wê Corc Sorıs Karsazê Amerîkî yê bi eslê xwe ji Macarê ye û di sala 2018an de kar û xebatên li Tirkîyeyê dane seknandin, îdiaya ku di sala 2013’an de piştgirî daye protestoyên Parka Gezîyê red kir.Berdevka Weqfê pirsên BBC Tirkî bersivand û dîyar kir ku di destpêka salên 2000'î de, navbera wan û AKPê xweş bûye.

Her wiha berdevkê weqfê dibêje, ji xerabûna navbera wan ew ne mesûl e.Berdevkê rêxistinê dîyar kir ku bi salan li Tirkîyeyê li gor yasayan xebat û teftîş kirine, bi gelek wezaret û sazîyên fermî re projeyên hevpar pêk anîne û têkilîyên di navbera nûnerên sazîyan û rayedarên Tirkîyeyê de heta sala 2018an berdewam kirîye.Berdevkê Weqfê her wiha anî ziman ku Soros di sala 2015'an de dema hatîye Tirkîyeyê bi Berdevkê Serokomarîyê Îbrahîm Kalin re hevdîtin kirîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.