GÜNDEM

ZEYTÛN: BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN LÊKOLÎN BIKIN

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), derheqa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li hemû şaxên xwe daxuyanîyeke hemwext dan çapemenîyê.

ZEYTÛN: BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN LÊKOLÎN BIKIN

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), derheqa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li hemû şaxên xwe daxuyanîyeke hemwext dan çapemenîyê.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û xwest ku dawî li îşkence û pêkanînên xerab ên li girtîgehan bê anîn. Zeytûn di axaftina xwe de xwest ku derbarê memûrên ku qedexeya îşkence û muameleya xerab binpê kirine, lêpirsînek zelal bê destpêkirin. Zeytûn dîyar kir ku divê dev ji polîtîkaya bêcezakirina pêkanînên xerab ên li girtîgehan berdin û got ku bila hemû girtîgeh ji bo kontrola sazîyên sivîl re bên vekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.