NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR BOZDAG: JI BO JÎYAN TOSÛN BIRYARA PARASTINÊ HAT DAYÎN

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ragihand ku parêzer Jîyan Tosûn a ku piştî êrîşa bombeyî ya li Taksîmê bû hedef, jê re parêzvan hatîye dayîn.

WEZÎR BOZDAG: JI BO JÎYAN TOSÛN BIRYARA PARASTINÊ HAT DAYÎN

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ragihand ku parêzer Jîyan Tosûn a ku piştî êrîşa bombeyî ya li Taksîmê bû hedef, jê re parêzvan hatîye dayîn. Piştî êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê, Jîyan Tosun bû hedefa Endamê Lijneya Îdareya Giştî ya Partîya Zaferê Adem Taşkaya.  Di dema muzakereyên butçeyê yên Wezareta Edaletê de Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum derbarê hedefgirtina Tosûn de ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî. Wezîr Bozdag dîyar kir ku ji bo Tosûn biryara parastinê hatîye dayîn û wiha got: "Ji bo ewlehîya canê wê ji aliyê dozgeriyê ve ji Walîtiya Navçeya Avcilarê re muzakere hatîye kirin û biryara parastinê hatîye dayîn. Piştî vê yekê biryar ji wê re hatîye teblî"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.