NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR GOKTAŞ: EM PÊDIVÎYÊN EXTÎYAR Û ASTENGDARAN BI CÎH TÎNIN

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş daxuyand ku "Em bi Projeya Dilsozîya Neteweyî pêdivîyên bingehîn ên welatîyên xwe yên extîyar û astengdar bi cîh tînin."

Wezîr Goktaş daxuyanîyeke nivîskî da û dîyar kir ku bi Projeya Dilsozîya Neteweyî ew kal, astengdar û welatîyên bi nexweşîyên giran ên kronîk ên ku nikarin pêdivîyên xwe yên bingehîn bi cih bînin û nikarin xweparastinê pêk bînin, bi tenê nehiştin.

Wezîr Goktaş destnîşan kir ku ew dixwazin îsal bi zêdeyê 7 hezar personelan hewcedarîyên bingehîn ên 127 hezar kesên kal û pîr û astengdar, li malê bi cih bînin û wiha got: "Ekîbên me timî li malên welatîyên me digerin û pêwîtîya wan a paqijîyê dikin.

Di vê warê de em ji bo Projeya Vefayê ku veguherîye bernameyeke neteweyî û li seranserê welat tê tetbîqkirin, dem bi dem çavkanîyan vediguhezînin Weqfên Alîkarîya Civakî û Piştevanîyê."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.