AMED

WEZÎR KOCA: XEBATÊN TENDURISTÎYÊ YA JI BO GAZE’YÊ DESTPÊKIR

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ragihand ku piştê êrîşa li dijî Nexweşxaneya El-Ehlî ya Gazeyê, ji bo xizmetên tenduristîyê pêşkêş bikin, bi gelek mixatabên navneteweyî re ku di nav wan de rêveberên payebilind ên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (RTC-WHO) jî hebûn, bi telefonê axivîn

WEZÎR KOCA: XEBATÊN TENDURISTÎYÊ YA JI BO GAZE’YÊ DESTPÊKIR

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ragihand ku piştê êrîşa li dijî Nexweşxaneya El-Ehlî ya Gazeyê, ji bo xizmetên tenduristîyê pêşkêş bikin, bi gelek mixatabên navneteweyî re ku di nav wan de rêveberên payebilind ên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (RTC-WHO) jî hebûn, bi telefonê axivîn.

Wezîr Koca di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de wiha got: “Piştê êrîşa nemirovane ya li dijî Nexweşxaneya El Ehlî ya Ereb a Gazeyê, min bi gelek mixatabên xwe yên navneteweyî re ku di nav wan de rêveberên payebilind ên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê jî hebûn, dîplomasîya telefonê kir.

Di hevdîtinên min de neqebûlkirina êrîşên li ser sazîyên ku xizmeta tenduristîya mirovan dikin di çi şert û sebebê dibe bila be, bû xala hevpar.

Ti carê ne pêkan e ku em li hemberê vê êrîşê bêbersiv bimînin.

Bêçaretîya mirovên nexweş û bêguneh barekî giran dixe ser milê me, bi taybetî jî erka wijdanî ya ku beşek ji cîhanê paşguh dike û jê dûr dikeve.

Weke Tirkîye em amade ne ku keştîyên nexweşxaneyan bişînin herêmê yan jî li Gazeyê yan jî li nêzê Derîyê Sînor ê Refahê nexweşxaneyên Sahra ava bikin, bi rêya wan xizmetên tenduristîyê bidin xwişk û birayên xwe yên Filistînî û vê xizmetê bikin.

Nêrîn û daxwazên me yên di vê xalê de ji alîyê Rêveberê Ofîsa Herêmî ya EMRO Ehmed El-Mendarî û bi şêwra Rêveberê Giştî Dr. Tedros re, me biryar da ku tavilê pêvajoya hevkarîyê bi welatê xwe re bidin destpêkirin. Hewldanên me yên koordînasyon û hevkarîyê di vî warê de bi biryardarî berdewam dikin."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.